news

100.000 signature for what?

An article in Kurdish about the current campaign with its meaning and all its facets from Gulê Algunerhan.

Bi hezara salan e, pergala patrîarka hebûna xwe li ser femîsîdê ango li ser qirkirina jinan didomîne. Mirov dikare femîsîdê weke şerekî ku li dijî jinan hatiye îlankirin bi nav bike. Bêguman ev şerê hanê ne tenê li eniyan lê li tevahiya qadên jiyanê ye. Ev şera biqasî fîzîkî û leşkerî, şerekî îdeolojîk û psîkolojîk e jî. Vî sîstemî bi kurkirina kolonyalîzm, emperyalîzm, kapîtalîzm û nijadperestiyê, qirkirina jinan kir yek ji amûrên xwe yên sereke. Bêyî ku têkevim detay û hurgiliyan, mirov dikare bi gotineke bibêje ku ev pergal li dijî jinan di nava şerekî sîstematîk de ye. Rastiya vî şerî û bîlançoya wê di raporên sazî û dezgehên jinan de tê aşkerakirin. Her wiha Neteweyên Yekbûyî jî salane derbarê rewşa jinan de raporek amade dike. Li gorî rapora 2019’an a Neteweyên Yekbûyî, ji sedî 60 ê jinan ji hêla zilamên ji malbatên xwe ve hatine kuştin. Ji sedî 35 ê jinan bi kêmanî carekê dibin mexdura tundiyê û li cîhanê tevahî rojane bi kêmanî 137 jin tên qetilkirin…

Bi têkoşîna salên dirêj a jinan, di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de peymanên ku qaşo ‘mafên jinan diparêzin’ hene. Lê vaye, sal dibe 2021 û hîna jî qirkirina jinan weke sûcekî li dijî mirovahiyê nayê dîtin. Ji ber vê sedemê jî çerxa pergala patrîarka her li ser vî şerê li dijî jinan digere. Lewma têkoşîna jinan a di warê heq, hiqûq û darizandinê de gelekî girîng e. Di vê çarçoveyê de eger em li Kurdistanê binêrin, em ê rastiya vê qirkirinê hîn baştir bibînin. Bi taybetî jî di nava 18 salên desthilatdariya AKP’ê de femîsîd pir zêde bû. Serokomarê tirk Erdogan ji bo hikûmraniya xwe bidomîne û pergala xwe ya zilam li ser pêyan bihêle di her axaftina xwe de dev diavêje têkoşîna jinan û zilamên tundîperest û tecawizkar jî diparêze. Sûcên şer û sûcên mirovahiyê ku Erdogan li dijî jinan dike tenê li Tirkiyeyê nîne, li her devera ku dagirkiriye yan jî dixwaze dagir bike pêşî jin di hedefa wî de ne. Qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr, Fatma Uyar, Taybet Înan, Cemîle Kasirga, Hevrîn Xelef, Ceylan Onkol, Kader Ortakaya, Dîlek Dogan, Solîna piçûk û 3 jinên li gundê Helincê yê Kobanê tenê çend mînakên ji vê pergalê ne…

Li dijî van hemûyan, Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê roja 25’ê Mijdarê starta kampanyaya ‘ji bo darizandina dîktator, 100 sedem’ da. Armanca vê kampanyayê ew e ku Erdogan û AKP ji polîtîkayên qirkirina jinan werin darizandin. Di dîrokê de kesên sûcê şer kirine yan jî dîktator her tim piştî mirinê hatine mehkûmkirin. Lê belê ji bo ku ev yek rû nede, jinên kurd bi belge û dokumentan sûcên Erdogan li dinyayê aşkera dikin. Her çiqas di 18 salên desthilatdariyê de rojek bêsûc derbas nebûbe jî, di vê kampanyayê de bi awayekî sembolîk tenê çîroka qetilkirina 100 jinan hatiye esas girtin. Etapa sereke ya kampanyayê ew e ku Erdogan û AKP di çavê raya giştî ya navneteweyî de bên teşhîrkirin û ji bo darizandina wan jî sedhezar îmze bên komkirin. Di etapa 2’yemîn de jî wê dosyayên bi belge yên derbarê qirkirina jinan de tevî sed hezar îmzeyan radestî Neteweyên Yekbûyî û saziyên pêywendîdar ên navneteweyî bên kirin. Û bêguman armanca sereke ya vê kampanyayê ew e ku Neteweyên Yekbûyî mîna jenosîdê, qirkirina jinan jî weke sûc bibîne û bi nav bike. Ji bo danasîna kampanyayê malperek pirzimanî hatiye vekirin û li kêleka vê xwepêşandanên weke mitîng, meş, semîner û panel jî rojane tên organîzekirin. Kampanya ji hêla tevgera jinan ve hatiye destpêkirin lê mêr jî dikarin ji bo darizandina Erdogan îmze bikin û piştevaniya kampanyayê bikin.

Di dîrokê de diktator dema sax bûn ‘serok-dewlet’ bûn, lê piştî mirin weke dîktator hatin binavkirin. Divê em nehêlin ku dîrok dubare bibe. Lewma jî em dikarin bi rêya vê kampanyayê Erdogan bidin darizandin, ger neyê darizandin û mehkûmkirin jî em dikarin sûcên wî kiriye li temamê dinyayê aşkera û teşhîr bikin. Ji bo ev yek pêk were ne tenê 100 lê bi hezaran sedemên me hene. Ji Şengalê bigirin heta Efrînê, ji Efrînê bigirin heta Serêkanî, Girê Spî û bakur û başûrê Kurdistanê em dikarin van sûcan bi belge aşkera bikin. Em dikarin dilsoziya xwe ya bi Ceylan Onkol, Îpek Er, Meleka li Efrînê, Solîna piçûk û hezarên din bi têkoşînê nîşan bidin. 100 Sedem û 100 hezar îmze jî beşek ji vê têkoşînê ye ku lazim e em lê xwedî derkevin.

Also interesting...